Bi axurek Berlîner Späti e.V.

Em kî nin!

Berliner Späti e.V. ji 2016-an vir ve ye ku ji bo xwedan û kargêrên firotgehên derengê şevê li paytext Berlînê koma piştgirtiyê ye. Em di nav siyaset, komele û raya giştî de fikarên Späti diparêzin.

Çima Berliner Späti e.V. heye?

Li Berlînê tenê zêdeyî 1000 Späti henin. Hema hema hemî ji hêla malbatan ve têne rêve birin  û hema hema di hemiyan de, malbat ji vê karsaziyê dijî. Hin xwediyên Späti hevûdu nas dikin û alîkariya hev dikin. Lê digel gelek pirsgirêk û mijaran ji bo ku ew werin bihîstin ew hewceyên dengek xurt û bilind in.

Heta dema 2016-an vekirina yekşemê ya Späti dihate tolerekirin, lê dure bêtir û bêtir hate kontrol kirin, cezakirin û hema hema hemî Späti neçar bûn ku roja yekşemê bigirin. Späti eV ji hemî navçeyên Berlînê, zêdetirî 100 endamî xwe heye. Em dixwazin mezin bibin. Ji ber ku her ku em zêde dibin, dengê me jî bilindtir dibe.

Wekî endam kîjan avantajên we henin?

Amojgarî û piştgiriya ji bo dijwarîyên rojane: şîreta hiqûqî, şîreta IHK, şîreta li ser pergalên kasê, hwd. Dema ku hûn li pargîdaniyên hevkarên me danûstandinê bikin daxistina biha Hûn beşek ji torgilokek xurt in: pevguhertina ezmûnan, torgilok û têkiliyan, bicîhkirina pêşniyarên kar û reklamên nepenî

Hûn çawa dikarin bibin endam?

Ji bo ku hûn bibin endam, tiştê ku hûn hewce nin bikin ev e ku, hûn formek endamtiyê dagirin, ku hûn dikarin li ser malperê li ser Berliner Späti e.V. online wê formê bibînin: https://www.berlinerspaetiev.de/haben-? Dû re formê bi e-nameyê ji info@berlinerspaetiev.de re bişînin. Piştî muayeneyê ji hêla lijneya rêveberiyê, ewê bi we re têkiliyê daynin û endametiya we piştrast bikin.